Anasayfa / Makaleler / Li hemberî rapêçkirina îradeya aştî û azadiyê em digel gelê kurd in

Li hemberî rapêçkirina îradeya aştî û azadiyê em digel gelê kurd in

Vê sibê em bi wê nûçeyê şiyar bûn ku hevşaredarên Amed, Wan û Mêrdînê ji kar hatine bidûrxistin. Ji bo Amedê walî Guzeloglû, bo Mêrdînê walî Yaman, bo Wanê jî walî Bîlmez weke qeyûm hatine erkdarkirin. Ew geşedana kû perçeyekî polîtîkaya dewletê ya mayînde ye di înkar û îmhakirina gelê kurd de û ji bo kesên ku qerektera dewletê dizanin jî ne cihê ecêbmayînê ye.

Ji xwe Recep Tayyîp Erdogan jî bi van gotinên xwe yên beriya hilbijartinan nîşaneyên wê yekê dabûn ku dê ew êrîş pêk were:

“Dibêjin emê wan derên ku qeyûm lê hatine danan ji nûve bidest bixin. Ger ku welatiyên min destûra wê yekê didin, ger hun îmkanên dewletê bo Qendîlê bişînin emê dîsan qeyûmên xwe erkdar bikin”

Bi vê êrîşê dewlet nîşaneya wê dide ku ewê di pirsa kurd de polîtîkayên xwe yên îmhakirinê berdewam bike. Ew yek jî bi şêweyekî wisa kiriye ku, ên ku bawer nekin jî ew rastî dîtine. Li aliyê din, tenê ne pirsa kurd jî, em dibînin ku çareseriya tu pirsgirêk û kêşeyên ku em li vî welatî dijîn sindok nîn e û me ew yek careke din jî dît.

Lê belê ew êrîş tenê ji kar avêtina kesên ku ji alî gel ve hatine hilbijartin û li cihê wan jî qeyûm hatiye danan. Ango yanê ne tenê êrîşa li hemberî mafê hilbijartin û sindoqê ye ku demokrasiya bûrjûvayê meşrûiyeta xwe li ser lê dike. Di heman demê de nîşaneya wê yekê ye ku dewlet bi biryar û israr e da ku ewê li hemberî îradeya azadî û aştiyê ya gelê kurd polîtîkayên xwe yên şer û tund berztir bike. Ji ber wê jî,wezîfeya me hemûyan e da em li hemberî van polîtîkayên şer bisekinin. Xulasa ew polîtîka tên wateya sorkirina gelan ya li hemberî hev, tê wateya zêdetirin mirinan, tê wateya tengkirineke bêhtir ya li hamberî azadiya me.

Em weke qomunîstên azadîxwaz dizanin ku azadiya rastîn bi têkoşîneke hevpar ya kedkarên ji hemû netewan pêkan e. Rêya honandin û avakirina têkoşîneke hevpar jî bi hevgirtina li hemberî êrîşan û bi berxwedaneke hevpar e.Rêbaza berxedana kedkaran jî çalakiyên rasterast, ango ew yek e ku divê em li her deran derkevin kolanan, hilberînê rawestînin, dibistanan boykot bikin û hwd.

Weke ku heta niha jî bûye, li hemberî wan êrîşên ku azadî û aştiyê, em eşkere dikin ku emê digel gelê kurd piştevan û hevgirtîbin. Divê bê zanîn eger li hemberî kedkaderên ji pêkhateyên din ên ku li ser vê xakê dijîn jî êrîşên bi heman rengî rû bidin, emê bi qasî hêza xwe piştgiriyê bidin wan jî.

Bijî Biratiya Gelan
Bijî Berxwedan Bijî Azadî
Serhildan Jiyan e

Yeryüzü Postası – IWW İstanbul

Adresi kontrol edin

Aaron Bushnell’in Gazze ile Dayanışma Eylemi Üzerine – Crimethinc

“Yöneten sınıfımızın normal olmasına karar verdiği şey bu” 25 Şubat Pazar günü, bir kişiden [1] …

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir